Motzuyanik di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Kîev baş tê parastin û yekîneyên elît ên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê parastina wê dikin û leşkerên Ûkraynayê jî leşkerên Rûsyayê 70 kîlometre dûrî paytext Kîevê paşde xistin.

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê jî ragihand ku wan bajarê Trostyanes ê herêma Sûmî û gundê Poltovka yê herêma Zaporojiya ji leşkerên Rûsyayê paqij kirine.

Hat diyarkirin ku li bajarê Îrpînê ku li nêzî paytext Kîevê ye pevçûnên dijwar didomin. (ÎLKHA)