Serokên 30 welatên endamên NATOyê wê îro li ser êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bicivin.
Serokên NATOyê dê di lûtkeyê de li ser şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de nêrînan bi hev re parve bikin. Wê gavên xurtkirina berevanî û hêza astengkirinê ya tifaqê û tiştên ku dê ji niha şûnda bên kirin binirxîn.
Tê diyarkirin ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di civînê de bi telekonferansê axaftinekê bike.(ÎLKHA)