Hevalê şehîd Gaîb Kahraman, di salvegera şehadeta şehîd Gaîb Kahramanê ku di sala 1992yan de li Nisêbînê di dema ku hê 18 salî bû hat şehîdkirin de qala heyatê wî kir.
Şehîd Gaîbê ku di tarîxa 1974an de hatîye dinyayê, di biçûktîya xwe de bi tevî Îslamê mezin û bi terbîyeya terîqetê mezin bûye. Di dema ‘emrê xwe yê zaroktîyê de beşdarê de’wa Îslamî bûye û heta şehadeta xwe jî ji vê de’wê venegerîyaye. Mele Osmanê ku wî perwerde kirîye, ji Şehîd Gaîb re ji bona ku ew ji xizmeta de’wa Îslamê paşve nemaye û daîma ji bona xizmeta ji de’wa Îslamê xebat kirîye re bernava “Amade”yê dayîne wî.
Kemalbûnî, di de’wa Îslamê de tu car bi ‘emr nehatîye destnîşankirin. Şehîd, di dema xwe de jî di nav ciwanên ku xwedîyê şiûra Îslamê bûn de jî bi heya û teqwayê dihat naskirin. Heyatekî wî yê ku te di got qey weka heyata eshabîyan sade û bi edeb hebû. Ew dema ku hez bikirana ji bona Xwedê hez dikir û ji bona Xwedê dixebitîya.
“Digel ku navê wî çi qas jî Gaîb bû bavê min ê rehmetî daîma ji wî re digot ‘Amade’, çimkî ew ji her xizmeta Îslamê re baz dida”
Muhammed Beşîr Demîrê ku hevalê şehîd yê ku di dema zaroktîya şehîd heta şehadetîya wî li cem wî bûye got ku şehîd daîma bi tewazû û xebatkar bû, ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Ez hevalê şehîd Gaîb Kahraman ê biçûktîyê me. Ji zaroktîya wî heta şehadeta wî em bi hev dû re mezin bûn. Ew kurê Xalê Hecî Îsa bû. Em her dû jî ji ‘eşîreta Durikî ya Zaxranê bûn. Terbîyeya xwe yê Îslamê ji ber ku bavê min mele bû ji Mele Osmanê bavê min girtibû. Di sala 1984an de li gundê me mizgeft tinebû ji ber vê yekê ew daxwaz kir ku li gund mizgeftek lê bike û me jî dest bi înşeata mizgeftê kir. Digel ‘emrê xwe yê biçûk daîma diçû înşeatê û dixebitîya. Digel ku navê wî çi qas jî Gaîb bû bavê min ê rehmetî daîma ji wî re digot ‘Amade’, çimkî ew ji her xizmeta Îslamê re baz dida.”
“Rehmetî tu dem ji mizgeftê û ji derdorê wê nediçû, di nimêja serê sibê de jî diçû mizgeftê”
Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ji ber ku ew ji terîqê mezin bûbûn di destê wan de tizbî û li ser serê wan kûm kêm nedibû û daîma ew wirdan dikişandin, ew li axavtina xwe weha domand, “Em her dû jî ji terbîyeya terîqatê dihatin. Em di ‘emrê xwe yê biçûk de li cem Şêx Muhammed Arabkendî tobe kiribûn. Di serê me de kûm û di destê me de jî tizbî hebû û me daîma wirdan dikişand. Wî, Quranê li cem bavê min xitim kir. Terbîyeya wî yê Îslamî li ser terîqatê ew qas pêşve çûbû ku ez xocê wî bûm jî lê min jî xwezîya xwe li wî dianît. Rehmetî tu dem ji mizgeftê û ji derdorê wê nediçû, di nimêja serê sibê de jî diçû mizgeftê. Nimêjên xwe yê dinê jî daîma li mizgeftê bi cemaatî dikir. Rojên duşem û pêncşemê rojîya sinnetê digirt. Me di nav xwe de ji bona zikrê komekî çêkiribû, me daîma kelîmeya tewhîdê, sureya îxlasê, selawatan û tiştên dinê ji xwe re kiribû wîrd. Rojên me bi giştî wisakî derbas dibûn. Heta ku me mêrên Îslamê nas kir ev yek berdewam kir.”
“Wî xwe ji de’wa Îslamê re feda kiribû”
Demir di axavtina xwe de bal kişand ku beşdarbûna de’wa Îslamê di heyata şehîd de gelek tiştan guhart û ew di dawîya axavtina xwe de weha got, “Di tarîxa 1987an de me mêrên Îslamê r nas kir û dû re em tev bi hev dû re beşdarî de’we Îslamê bûn û ketin nav sefên de’wa Îslamê. Gaîbê Rehmetî terbîyeya ku ji terîqetê girtibû bi tevî xizmeta Îslamê di pêşvetir de kiribû. Heta ku şehîd bû jî daîma xizmetê dikir. Wî xwe ji de’wa Îslamê re feda kiribû. Wek ku Xwedê Teala di Qurana Pîroz de dibêje, ‘Di nav wan Mu’minan de mêrên wisa hene ku ew ji ser soza ku ji Xwedê Teala re dane re sadiq man. Ji wan hinekan soza xwe bi cî anîn(canê xwe dan), ji wan hinek jî hê disekinin. Wan, tu wext sozên xwe nevegerandin.’ (Ehzab-23). Hah..Gaîbê rehmetî jî ji wan kesên ku sozê xwe bi cîh anîne bû. Ew ê Xwedê Teala înşeallah şehadetê bike nisîbê me jî. Dema ku ew şehîd ket 17-18 salî bû. Xwezî ew niha sax bana , çîmkî ew xizmetên mezin yên herî bikirana. Lê Xwedê Teala ji bona wî wê ‘emrê teqdîr kiribû.” (ÎLKHA)