Ji ber barîna berfa ku li Êlihê bi bandor bû rêya 157  gundan, li Colemêrgê rêya 18 gund û 27 gundikan ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Li Erzinganê ji ber barîna berfê ev 2 roj in rêyên 168 gundan, li Qersê jî rêya 169 gundan ji navenda navçe û bajêr ji çûyîn û hatinê re asê bû.

Barîna berfa ku li Wanê bi bandor bû bandorek neyînî li jiyanê kir, rêyên 128 gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Xebatên vekirina rêya 111 gundên li 8 navçeyên Sînopê ve girêdayî ne û 199 gundên Mûşê yên ku ji ber barîna berfê hatin girtin dewam dikin.(ÎLKHA)