Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li herêma Ras al-Amuda Qudsa ku di bin îşxalê da ye ciwanekî Filistînî li ber polêsa rejima îşxalker bi kêrê çalakîyek kir.
Di encama çalakîyê de 2 polêsên rejima îşxalker birîndar bûn û ciwanê çalakîsaz jî ji cîhê çalakîyê revîya û xelas bû.
Hat destnîşankirin wan polêsên rejima îşxalker li herêmeke dinê Filistînîyekî dinê qefalt û bi wehşetî wî derb kirin.
Di roja şemî ya dawî de jî ciwanek li nêzê Al-Sewrîya Qudsê li hember polêsên rejima îşxalker çalakîyek kiribû û di encama çalakîyê de jî şênîyekî îşxalker birîndar kiribû lê ciwanê Filistînîyê jî di encama êrîşkirina polêsa rejima îşxalker de birîndar bûbû. (ÎLKHA)