Vereshchuk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir:“Ger em behsa girtiyên şer ên Rûsî bikin, 562 ji wan hene. Ukrayna her tiştî li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî dike.”

Karbidestên Ukraynayê wêne û vîdyoyên leşkerên Rûsî yên kuştî û dîl belav kirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) amaje bi wê yekê kir ku xala 13yan a Peymana Sêyemîn a Cenevreyê vîdyoyên leşkerên girtî qedexe dike. (ÎLKHA)