Di hîsaba medyaya civakî ya polêsa Enqereyê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat gotin ku di encama operasyonên ku di tarîxa 7-13ê Adarê de li giştîyê welat hat kirin de cixare, tûtin û eraq hatin bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de 43 hezar û 790 dermanên qaçax, 2 hezar û 346 tiştên elektronîk yên qaçax, 1920 pakêt cixareya qaçax, 922 kîlogrem tûtin a qaçax, 22 lître eraq a qaçax, 13 heb telefon a qaçax, 2 hezar û 750 pakêt pakêtên cixareyê yên vala û milyonek û 283 hezar maqarona cixareyê hatin bidestxistin. (ÎLKHA)