Li wîlayeta Karnatakaya Hîndîstanê, ji bona xwendekaran tesettûr hat qedexekirin.

Xwendekarên ku di 7ê Sibatê vir de îzîn nehat dayîn ku bila bikevin dersên xwe û ji wan re ji teref fanatîkên Hînduyan ve tim û tim êrîş tê kirin.

Xwendekaran serî li Dadgeha Bilind a Karnatakayê kirin û ew destnîşan kirin ku tesettûr li gorî  makeqanûna Hîndîstanê heqekî yê esasî ye.

Dadgeha Bilind a Karnatakayê jî ev serîlêdanê nirxê kir û derheqê qedexekirina tesettûrê yê li dibistanan de qirar da. Dadgeha Bilind, di qirara xwe de îddîa kir ku tesettûr ji bona Îslamê ne “esas” e û ew tesettûrê qedexe kir.

Bireveberîya Karnatakayê jî ji ber çalakîyên ku li hember vê qirarê bê dayîn re hefteyek “ji bona nîzama gel û hizûra gel bê temînkirin” komkirina qelebalîxî qedexe kir.

Li Hîndîstana ku nifûsa wî 1 milyar û 4 milyone, nêzê 200 milyonî Misilman li vê derê dijîn. (ÎLKHA)