Herba Rusya û Ukrayna di roja 20emîn de berdewam dike.

Vîtalî Klîçkoyê Serokê Şaredarî yê Kîevê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşankir ku li bajêr qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Klîçko, di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku îşev di seat 20.00an de heta roja pêncşemê yê di seat 07.00an de ew ê 35 seat derketina derve bê qedexekirin. (ÎLKHA)