Îdareya Teybet a Bajara Êlîhê derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Di çarçoveya xebatên berfê de rêyên gundên ku li navçeyên Qûbîn, Hesenkeyf, Kercews û nêzê navendê ku girtîne tinene. Li navçeya me ya Sasonê rêyên 12 gund û rêyên 20 mezreyan; li navçeya Hezoyê 4 rêyên gundan û 9 rêyên mezreyan hatine girtin lê ekîbên me jî ji bona ku wan  rêyan vebikin dest bi xebatan kirin û wan xebatan jî berdewam dikin.” (ÎLKHA)