Dî hîsaba twîtter a Serokkomarîya Komarîya Kongoya Demoqratîkê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê hat destnîşankirin ku hêjmarên mirîyên ku di encama qezaya trêna bar de canê xwe ji dest dabûn derket 75 kesan û gelek kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku Serokkomar Felîx Tshîsekedîyê jî ji malbatên mirîyan re daxwazîya xwe yê hewarîyê şîyand.
Ji teref Wezareta Komînîkasyonê ve hat daxuyandin ku 125 kes birîndar bûn û rewşa 28 birîndaran jî giran e.
Hat ragihandin ku rayedar jî ji zêdebûna hêjmarên mirîyan re endîşe dikin. (ÎLKHA)