“Gelek bi tundî êrîşa tirsnokaneya şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê şermezar dikîn”
Barzanî di daxuyanîya ku belav kir de êrîşa ku hat kirin bi tundî şermezar kir û got: “Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Gelek bi tundî êrîşa tirsnokaneya şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê şermezar dikîn û ewe tawaneke dijî mirovayetiyê ye. Bi derew û têkdana nehezan jî rastî û niyeta êrîşderan nayê perdepoş kirin.Tekez jî dikîn her wekî çawa Hewlêr li beranber Holakoyên kevnar xweragir bû li beranber Holakoyên nû jî xweragir dibê û naçemê.Daxwaz ji gelê Kurdistanê jî dikim li beranber wê êrîş û gefan da xweragir bin.”(ÎLKHA)