Ji ber berfa ku dibare û bilindahîya wê metro û nîvê derbas kir rêya 260 gundan hat girtin û wesayît di bin berfê de man.

Ji bo rêyên gundan û yên li nav bajêr bên paqijkirin bênavber xebat tên kirin.

Rayedar di warê berfê de welatîyan hişyar kirin û daxwaz kirin ku bi dîqqet bin.(ÎLKHA)