Ji teref Komela Marmaraya Şîn ve li Parqa Saraçxaneyê daxuyanîyeke çapemenî hat lidarxistin. Di daxuyanîyê de hat gotin ku nêzbûna bi rejima îşxalker ji Tirkîye û ji xelqê Tirkîyeyê re tu xêrekî wê tuneye û mirov jî ji wan sîyonîstan re tu îtîbarîyek nikare bîne.
Îsmaîl Songurê Serokê yê Komela Marmaraya Şîn bi navê komê daxuyanîyê xwend û got ku, ew wê rejima îşxalker nas nakin û tu hevkarîyekî yê ku bi wan re bên kirin jî qebûl nakin.
“Ji ber êrîşên sîyonîstan bi hezaran ciwan seqet man”
Songur di daxuyanîya xwe de weha got, “Dema ku ew rejima îşxalker xwe li Filistînê bi zorê bi cîh kirîne heta niha zilm, êrîş û îşxalan dike. Ew bi tevî wan êrîşên xwe hiqûqa navneteweyîyê jî nas nake û wan zilmên xwe berdewam dike. Hebûna wan îşxalkeran wek vîrûsê ye û bûye bela serê dinyayê. Dema ku em li tiştên wî yên ku di dema borî de kirine binhêrin em ê bibînin ku tarîxa wî daîma bi heqxwerin û îşxalê derbas bûye. Ew mal û pîrozbahîyên Filistînyan xira dike û îşxal dike. Ji ber vê yekê jî Filistînîyan li hember wan îşxalan çalakîyan dikin, lê wan sîyonîstan jî êrîş li wan çalakîyan dikin. Di encama wan êrîşan de gelek ciwanên Filistînî seqet mane.”
“Em ji nêzbûna bi wan kesên ku di Marmaraya Şîn de 10 Misilmanan şehîd kirine tiştekî fêhm nakin”
Songur ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Di tarîxa 2010an de ji teref wan îşxalker û sîyonîstan ve êrîş li Keştîya Marmaraya Şîn hatibû kirin û di wê êrîşê de 9 Misilman hatibûn şehîdkirin û misilmanekî jî 4 sal di qomayê de mabû û ew jî şehîd ketibû. Di wê êrîşê de 56 mirovên dildar jî giran birîndar bûbûn. Em, bi tevî malbatên wan şehîdan 12 sal micadeleya hiqûqî dan. Lê ji vê micadeleya me re jî gelek astengî hat nîşandan. Hê ji wan sîyonîstan hîsaba vê meseleyê nehatîye pirsîn, lê ew bi hev dû re nêzê hev dû tênê. Em vê tiştê fêhm nakin.”
“Asayîbûna bi rejima îşxalker ew ê ji pirsgirêkên mezin re bibe sebeb”
Songur di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ji vê derê ji hemû rayedarên sîyasî re bang dikin! Tirkîye di tarîxa xwe de û di kultûra xwe de daîma ji dinyayê re ‘edalet û alîkarîyê birîye. Ew, bi kevneşopîya dewletê tu car bi terorîst û heydûtan re di nav hevparîyê de nebûye. Em zanin ku bi wan rejima îşxalker a ku fehş bûne û ji welatîyên Tirkîyeyê re jî miameleyên bêhiqûqî û bê însanî kirine re nêzbûn nayê kirin, dema ku bê kirin jî ew ê ji pirsgirêkên mezin re bibe sebeb. Em zanin ku wê rejima îşxalker û sîyonîst ji polîtîqaya Tirkîyeyê yê derveyê welat re talûkeyek e. Em zanin ku ev asayîbûna ku hê di dema micadeleya xelqê wan berdewam dike de tê kirin, sîstema ‘edaletê wêran dike. Werin dev ji vê xelatîyê berdin. Asayîbûna bi rejima îşxalker re ku hê hîsaba şehîdên Marmaraya Şîn, şehîdên Xetayê, dorpêça ku li ser Xezzeyê ye û êrîşên ku li Mescîcî Eqsayê tên kirin nehatîye pirsîn û bên kirin, ew ê ji qrîzên ku li herêmê hene re bibe zemînekî bisazî.” (ÎLKHA)