Polêsê Samsûnê, di encama xebatên çarçoveya li dijî DAÎŞê de li navçeyên Îlkadim, Atakum, Canîk û Çarşambayê operasyonên hevedemî li dar xist.

Di encama operasyonan de 8 şikdarên ku hatibûn tespîtkirin ku ew li Iraq û Sûrîyeyê di nav fealîyetên DAÎŞê de bûbûn jî hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de amûrên dîjîtalî jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)