Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Hîndîstanê hatine bidestxistin di me’denekî komir yê ku li herêma Peddapallîyê li wîlayeta Telangayê ye hilweşînek pêk hat.

Hat destnîşankirin ku sedema hilweşînê hê nayê zanîn û ji cîhê qezayê re ekîbên lêgerîn-xelaskirin û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama xebatan de 2 kes hatin xelaskirin lê hê jî ji wan 3 kesên ku asê mane re xebatên lêgerînê berdewam dike. (ÎLKHA)