Xan, ji temsîlkarên xerbê yên ku hefteya borî welatê wan û Îslamabadê zîyaret kirine û ji wan re bang û daxwazî kirine ku bila ew êrîşên Rusyayê yên ku li Ukraynayê dike şermezar bikin re nirxandinan kir.

Xan, di daxuyanîya xwe de weha got, “Hûn me çi dihesibînin? Ma qey em koleyê we ne? Dema ku hûn bibêjin çi ma qey em ê wê tiştê bikin?”

Serokwezîrê Pakîstanê, di daxuyanîya xwe de îstînadê Keşmîrê yê îxtîlaf kir û weha got, “Ez ji temsîlkarên Yekîtîya Ewrupayê re dipirsim ku: Eceb we ji Hîndîstanê re jî mektûbek weha nivîsandîye?”

Xan, di daxuyanîya xwe de ragihand ku Bruksel, nirxandina Hîndîstanê yê ku ji ber îşxalkirina Keşmîrê şerm dike.

Serokwezîr di daxuyanîya xwe de qala alîkarîyên Pakîstanê ku ji NATOyê re dike jî kir û got ku ew li hember vê alîkarîyê gerek teşekkur bikin lê ew şermezarîyê dikin.

Pakîstan di hefteya borî de, di BMGKyê de ji projeya ku derheqê Rusyayê de bê dayîn re raya bêlayînê dabû. (ÎLKHA)