Hat destnîşankirin ku pevçûn li stadyûma La Corregîdorayê di navbera alîgirên taximên Queretaro û Atlasê de pêk hat.

Hat ragihandin ku pevçûn di deqîqeya 62yemîn de pêk hat û di encama pevçûnê de 17 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku lîstik ji ber sedema pevçûnê hat betalkirin. (ÎLKHA)