Komeleya Karwanê Hêvîyê ya Bazîdê ku her meh ji malbatên mixtac re alîkarîyan dike, vê carê jî ji malbatên mixtac ên ku li navçeyê ne re kolîyên xwarinê belav kir.

Îsmaîl Zerenê Temsîlkarê Bazîdê Komeleyê yê Karwana Hêvîyê derheqê alîkarîyê de destnîşan kir ku ew wek mehên borî vê mehê jî ji malbatên mixtac re alîkarî dan.

Zeren ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Em ji xêrxwazan digrin û didin mixtacan. Di pêşîya me de meha Remezanê heye, Em ê zekatên xwe bidin û xêran bikin. Dibe ku em di meha Remezanê de tenê ji mixtacan re alîkarîyê nekin. Wan însanan salê 12 meh mixtac in û çavên wan li alîkarîyên me ne. Ji ber vê yekê em ji xêrxwazan û karsazan re bang dikin ku em li hêvîya alîkarîyên wan in.” (ÎLKHA)