Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li herema Mehsana ya ku girêdayê Gandhinagarê ye ji bona kurê yekî ku ew kes jî li herêmê tê naskirin de’wetek hat tertîpkirin û di de’wetê de jî şîv hat dayîn.

Di encama xwarina şîvê de ji 1200 kesan zêdetir mirov jehrî bûn û çûn nexweşxaneyan.

Rayedaran jî ji ber vê meseleya ku mirovan tirsand, ji şîvê nimûneyan girtin û wan nimûneyan şîyandin testê.

Hat ragihandin ku polês derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)