Ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember ya Enqereyê ve minasebeta Hefteya Qudsê ya Cîhanê semînereke bi navê “De’wa Qudsê, De’wa Ummetê ya Azadîyê ye” hat tertîpkirin

Dr. Zahîr Elbekê Rojnameger û Nivîskarê Filistînî yê ku Serokê Şubeya Enqere yê Komeleya Dîroka Me û Qudsê ye ji semînerê re wek axevkar beşdar bû, ew di bernameyê de bal kişand kû Dîwara Boraqê ji teref sîyonîstên îşxalkeran ve bi dîwara girînê hatîye guhartın û ji ber vê yekê bila misilmanan jî ji vê guhartinê  bawer nekin.

“Quds, paytexta Îslamê ye”

Elbek di axavtina xwe de got ku, “Quds bi tenê yê paytexta Filistînîyan nîne, ew paytexta Îslamê ye. 3-4 sal berê wan zalimên îşxalker ên wek Amerîqa, Cihuyî û emperyalîzman gotibûn çi? Ew gotin ku Quds paytexta îsraîlê ye. Em dibêjin ku Quds paytexta Îslamê ye û ew ê wisa jî bimîne. Quds çima ew qas muhîm e? Çîmkî ew de’wa Ummetê ye. ji min re dibêjin ku tu çima beşdarê bernameya ku derheqê Qudsê de hene dibî û di wan bernameyan de daxwaz dikî ku agahîyan bidest bixî? Çîmkî li Qudsê, Mescîdî Eqsa heye. Wek ku hûn jî zanin ku Mescîdî Eqsa qîbla me ya ‘ewil e, ev ê duyemîn Mescîdî Nebewî û ew ê 3yemîn jî Mescîdî Heram e. Mekke, Medîne û Quds.”

“Wan Cihuyan ji bona manîpulekirinê  ji ‘Dîwara Boraqê’ re dibêjin ‘dîwara girînê’

Elbek di axavtina xwe de qal kir ku wan sîyonîstên îşxalker bi vira û bi manîpulas di nav armanca vegerandina dîroka Qudsê de ne, “Li gorî we, navê Dîwara Boraqê an jî dîwara girînê rast e. An her du jî rast in? Birayên min, navê ‘Dîwara Boraqê’ bi taybetî di nav çapemenîya Tirkîyeyê de nayê xebitandin. Ew daîma dibêjin dîwara girînê. Dîwarekî wisa tuneye. Ev navê dîwara girînê bi tenê konsepta Cihuyî û îşxalkeran e. Li Qûdse, ji bona misilmanan Mescîdî Eqsa, Qubbetussehra, goristanên pêxemberan, goristanên eshabîyan û Dîwara Boraqê hene. Li wê derê gelek tiştên pîroz hene. Ji bona Cihuyan tu nîşanek tuneye, ew xeyn dibêjin ku li wê derê Mabeda Sileymanê heye û xira bûye. Mabeda Sileymanê çîye? Ew dibêjin ku ew di binê Mescîdî Eqsayê da ye, lê ev Mabeda Sileymanê tuneye. Yanê niha tuneye. Wan Cihuyan bi gotin û masîpîlasyonan dibêjin “ji bona me Dîwara Boraqê tuneye dîwara girînê heye” bi vê gotinê ji hemû cîhanê re dibêjin ku li Qudsê nîşanên me heye. Ew li ber wê Dîwara Boraqê yê ku ew dibêjin dîwara girînê nimêj dikin, digrîn û ‘îbadetê dikin. Lê dîwarekî yê girînê tuneye. Ev konsept bi giştî sexte ye. konsepta rast û bi ‘esl ev e ku ew jî Dîwara Boraqê ye. ji xwe ew berê jî Dîwara Boraqê bû.”

“Quds, ji ber meseleya Mî’racê gelek muhîm û pîroz e”

Elbek ji pirsa “Dîwarê Boraqê çî ye û vê navê wî ji kê derê hatîye?” re bersiv da û weha got, “Pêxemberê me selat û silav li ser wî be li ser Dîwara Boraqê çûye asîman, yanê ew li wê derê Mî’racê kirîye. Îsra, ji Mekkeyê çûndina Qudsê ye, Mî’raç jî ji Qudsê çûndina asîmanê ye. Dîwara Boraqê li alîyê rojavaya Mescîdî Eqsayê ye. Ev dîwar gelek kevn û pîroz e. Ew dîwar daîma ku hûn di televîzyonan de dibînin ku wan Cihuyîyan li ber dîwarekî digrîn û nimêjê dikin heye ya ew dîwar bi rastî Dîwara Boraqê ye. Pêxemberê me li wê derê bi Xwedê Teala re hevdîtin kirîye. Li wê derê Cinnetê û Cehennemê dîtîye. Di wê şevê de jî rêwîtîya xwe qedandîye û dîsa çûye Mekkeyê. Ev tişt micîzeyekî mezin e. Ev mucîze li kê derê çêbû? Li Qudsê çêbû. Ji ber vê yekê Quds cîhekî gelek muhîm û miqaddes e. Lê çi feyde ku ji wî Qudsa miqeddes, ji wî qîbla me ya ‘ewil xwîn diherike, him jî xwînekî gelek zêde diherike. Ew di nav îşxalekî yê ku di tarîxê de herî gemar û xirab e da ye. Di tarîxê de gelek îşxal çêbûn e. Dîroknasan jî dibêjin ku, ev ê ku di tarîxê de îşxala herî gemar û xirabe, îşxala sîyonîstan e. Quds, niha di bin vê îşxalekî gemar da ye.

Xerb, ji ber ku wan Cihuyan di pêşîya wî dîwarê de ji ber winda bûna Mabeda Sileymanê digrîn, ew jî navê wî dîwarê dane ‘Dîwara Girînê’. Helbûkî cîhê ku bi navê ‘dîwara girînê’ tê naskirin navê wî yê rast ‘Dîwara Boraqê’ ye. Hezretî Muhammed selat û silav li ser wî be dema ku di meseleya Mî’racê de tê li vê derê, deveya xwe li wê dîwarê girê dide, ji bona ku ev yadîgarî bê jîyankirin ji vê derê re vê navê danîne. Di nav Misilmanan de bi sedsalan ev tişt weha tê naskirin. dîsa jî tê dîtin ku li hember ew qas rastî, tarîx û agahîyê, li wê derê bi navê ‘dîwara girînê’ tê naskirin.” (ÎLKHA)