Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erbeyeke leşkerî û erebeyeke sîwîl yê ku plaqa wî 13 AAG 144 bû li herêma girtîgeha girtîya ku li Taxa Doganê ye li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin.

Ji birîndaran re ji teref ekîbên 112yê ve midexeleya ‘ewil hat kirin û dû re ew hatin sewqkirin li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Sêrtê.

Hat destnîşankirin ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)