Bêdlîs li hêvîya biharê bû lê zivistan tesîra xwe cardin nîşan da. Barana ku di seatên serê sibê de dibarîya di seatên êvarê de wek berfê barîya.

Barîna berfê li rewşa jîyanê tesîr kir û li navenda bajêr û li navçeyên Tetwan û Mutkîyê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Rayedarên Meteorolojîyê jî ji ber barîna berfa zêde hişyarîya aşît, cemed û qeşayê kir. (ÎLKHA)