Di nav 24 seatên dawî de di êrîşên ku li ser axên îşxalkirî ji teref siyonistan ve li hember Filistînîyan hatin kirin de 3 Filistînî şehîd bûn.
Ji bo Filistînîyên ku hatin şehîdkirin merasîma cenazeyê hat tertîpkirin; lê belê siyonistên îşxalker êrîş birin li ser wan kesên ku beşdarî merasîmê bûbûn.
Di encama êrîşa ku hat kirin 3 kes bi berikên rastî birîndar bûn.
Xerb û terefdarên wan ên ku ji xwe re dibêjin qaşo mafên mirovan diparêzin, îro çend roj in ku li ser Ukraynayê dikin dikin feryad û fîxan. Lê belê dema ku mesele Misliman û welatên Mislimanan be xwe ker, lal û kor dikin.(ÎLKHA)