Biryar e îro gera duyem a muzakereyên di navbera şandên Rûsya û Ukraynayê de were kirin.

Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku serokatiya şanda Rûsî dike, Vladimir Medinskiy ragihand, ku li gor rêkeftina şanda Ukraynayê, ew gihîştine cihê muzakereyan û di zûtirîn dem de pêşniyarên Rûsyayê yên derbarê agirbestê de pêşkêş bikin.

Şêwirmendê Serokomariya Ukraynayê Mykhailo Podolyak diyar kir ku şanda Ukraynayê ji bo muzakereyan bi rê ket û ji ber sedemên ewlehiyê ew nikarin seferê eşkere bikin.

Heyetên her du welatan roja duşemê ji bo danûstandinên li ser sînorê Belarusê li hev civiyan. Hevdîtin 6 saetan dewam kir. (ÎLKHA)