Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehelî hatine bidestxistin, îşxalkeran êrîş li çend herêmên Şerîaya Rojava kirin.
Di encama êrîşan de li Bajarên Beytullahîm, Cenîn û Nablusê 35 Filistînî hatin desteserkirin.
Hat destnîşan kirin ku di nav wan kesên ku hatine desteserkirin de Abdulkerîm el-Fellahê ku di 26 ê Adarê de ji serokatîya şarederîya bajar a El-Xelîlê re bûbû namzed jî heye. (ÎLKHA)