Di êrîşên rejima îşxalker a ku di dema dawî de kir de 3 Filistînî şehîd bûn, gelek însanên ku di nav wan de zarok jî hene birîndar bûn.

Wan îşxalkeran di seatên serê sibê de êrîşên xwe zêde kirin û gelek Filistînîyan jî desteser kirin.

Hat destnîşankirin ku ji 36 kesan zêdetir Filistînîyan ji teref rejima îşxalker ve di seatên serê sibê de li Şerîaya Rojava hatin desteserkirin.

Rejima îşxalker û sîyonîst, doh êrîş li qempekî yê li Cenînê kir û di encama êrîşê de Abdullah Al-Hasurî û Şadî Necmî şehîd bûbûn. Wan îşxalkeran doh êvarê jî Filistînîyekî dinê yê ku li herêma Beît Fajjarê ku li başûra Beytullahîmê ye şehîd kiribûn. (ÎLKHA)