Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 2 heb gule doh êvarê di seatên 22.00an de li alîyê Sûrîyeyê ket navçeya Karkamişa Entabê û ketina wan guleyan bu sedema tirsê.
Hat destnîşankirin ku guleyek nêzê Mala Tezîyeya Etîlerê ya li Taxa Etîlerê ket, cîhê guleya dinê yê ku ketîye jî hê tê lêgerînkirin û ji cîhê meselê re jî ekîbên 112yê hatin sewqkirin.
Hat ragihandin ku li navçeyê, tedbîrên ewlehîyê hat girtin û têketin û derketina nav navçe jî hat bin qontrolkirin. (ÎLKHA)