Volodemîr Zelenskîyê Serokê Dewletê yê Ukraynayê vîdeoyek belav kir û di vîdeoyê de got ku di encama bersiva ku li hember êrîşên Rusyayê hatine dayîn de 4 hezar û 500 leşkerên Rus hatin kuştin.
Zelenskî di xeberdana xwe de destnîşan kir ku li Ukraynayê di nav 5 rojan de 16 zarok mirin û 45 zarok jî birîndar bûn. (ÎLKHA)