Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar ve daxuyanîyek nivisî hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li dijî tacirên “jehrê” operasyon hat kirin.

Di encama operasyonan de tiştên ku di edresan de di encama lêgerînê de hatin bidestxistin ev in; 4 kîlogram û 527 grem tîryakê sentetîk, 2 hezar û 476 heb hebên tîryak, 792 grem esrar, 586 grem eroîn, 7 heb terazîyên hessas, çekek û tivingek hatin bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de 31 kes jî hatin girtin û hatin şîyandin girtîgehê, şikdarên dinê jî hatin berdan. (ÎLKHA)