Her weke ku tê zanîn Hz. Muhammed(s.x.l.) di şeva Qendîla Mîracê de, Xwedê Teala wî ji Mescîda Haramê aniye Mescîda Eqsayê û ji vir jî wî derxistiye hizûra xwe.Ev şeva ku bi vî awayî tê zanîn ji teref Mislimanan ve li Diyarbekir, Êlih, Wan,Şirnex, Xarpêt,Agirî, Bîngol û gelek bajêrên din a bakurê Kurdistanê bi dua û bi îbadetan hat îhyakirin.
Xelk ji bona ku Qendîla Mîracê îhya bike berê xwe da mizgeft û camîyan. Li camiyan ji ber minasebeta Qendîla Mîracê Qur’ana Kerîm û Mewlûda Şerîf hat xwendin. Her wiha ji bona temamê alema Îslamê dua hatin kirin.(ÎLKHA)