Êrîşa Rusyayê yê li Ukraynayê di roja 3yemîn de berdewam dike.

Hat destnîşankirin ku Kîeva paytext, di domahiya şevê de  hat bombekirin, xelqê ku alîkarî didin artêşê jî derketin derve.

Li gelek herêmên Ukraynayê pevçûn berdewam dikin û Wezareta Tenduristî ya Ukraynayê jî bîlançoya 3 rojan daxuyand.

Di daxuyanîya wezaretê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşên Rusyayê de 3 jê  zarok tevde 198 kes hatin kuştin û hezar û 115 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)