Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê operasyonên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê de daxuyanî da.

Konaşenkov diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê bajarokên Konotop û Sûmî yên ku bi qasî 300 kîlometreyan li rojhilatê Kîevê ne, girtin û got, "Yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê ji bo ewlehiya gelê sivîl ên li van bajaran û wargehên derdorê tedbîran digirin."

Konaşenkov destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê di operasyonên xwe yên leşkerî yên li Ukraynayê da bi tevahî 211 tesîsên binesaziya eskerî yên artêşa Ukraynayê îmha kirin û wiha got: “17 navendên fermandariyê, 39 qereqolên radar, 19 pergalên moşekan ên parastina hewayî, 16 pergalên fuzeyê yên piralî, 5 bêpîlot, balafirên hewayî, 6 balafirên şer, 1 helîkopter, 67 tank û 87 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.” (ÎLKHA)