Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erdhej li bakura Girava Sumatrayê 12 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Hat destnîşankirin ku erdhej li Malezya, Sîngapur, Rîau û wîlayetên Sumatraya Bakur jî hat hîskirin, lê derheqê tsunamîyê de hişyarî nehat dayîn.

Di encama erdhejê de herî kêm 2 kes canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Ji cîhê erdhejê re jî gelek ekîbên mideheleya acîl hatin sewqkirin. (ÎLKHA)