Li gelek bajarên Rûsyayê, operasyona leşkerî ya li dijî Ûkraynayê ya bi biryara Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn hat protestokirin.

Kesên li qadan kom bûn pankartên li dijî şer vekirin û li dijî Serok Pûtîn dirûşmeyan avêtin.

Di hin xwepêşandanan de di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Di çalakiyan de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Li gelek bajarên Ewropayê jî çalakiyên li dijî şer hatin lidarxistin. (ÎLKHA)