Di daxuyaniya Kremlînê ya derbarê mijarê da hat destnîşankirin ku lîderan derbarê qebûlkirina Komara Gel a Donetsk û Luhanskê ya Rûsyayê da nêrînên xwe anîn zimên.

Li gorî daxuyaniyê, Putin dilgiraniya xwe li hember berteka Amerîka û NATOyê nîşan da ku veguherî hewldaneke paşguhkirina fikar û daxwazên rewa yên Rûsyayê.

Serokomar Erdogan jî di derbarê mijarê de nêrînên xwe parve kirin.

Lîderan li hev kirin ku têkiliyên wan di formên cuda de berdewam bikin. (ÎLKHA)