Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ukraynayê ve hat dayîn de Zelenskî biryarnameya ku li Ukraynayê li ser sepandina rêweberîya awerte îmze kir, parlementerên gel bi 300 dengan ev belge erê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li gorî biryarê, 24'ê Sibata 2022'an ji saet 05:30'an pê ve ji bo 30 rojan rêweberîya awerte hat îlankirin. Ev biryar têkildarî êrîşa leşkerî ya Federasyona Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê û li ser esasê Pêşniyara Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî û Ukraynayê ku li gorî qanûnê hatine girtin."

Hat destnîşankirin ku têkildarî ragihandina rêweberîya awerte  ya li Ûkraynayê, li gorî Destûra Bingehîn a Ukraynayê dibe ku maf û azadî bi awayekî demkî bên astengkirin, her wiha li ser maf û berjewendiyên rewa yên kesên hiqûqî jî bi awayekî demkî sînordarkirin. (ÎLKHA)