Weqfa Evîndarên Pêxember û ÎTTÎHADUL ULEMA daxuyanîyeke hevpar belav kirin, di daxuyanîyê de ji bona ku beşdarê wan daxuyanîyên çapemenîyê bên bûyîn ji xelqê re bang kirin û bal kişandin ku de’wa Qudsê de’wa Ummetê ya hevpar e.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “De'wa Qudsê, ji wan de'weyekî wisa ye ku ew ê ummetê bighêjîne îzzetê, ew ê wehdetê saz bike, ew ê dijminê ummetê yê herî şedîd mehkûm bike. Xwedî derketina Qudsê, anîtina rojevê ya Qudsê, xebatên ku ji bona xelasîya Qudsê bên kirin, ji hemû Misilmanan re ferz e. Hetanî Quds azad bibe pêşîvanê rojeva me ew ê dîsa Quds be û ew ê berdewam bike.”
Di berdewama daxuyanîyê de bang li mirovan hat kirin û weha hat gotin, “Em hemû xelqê xwe yên misilman ên ku evîndarên Quds û Eqsayê ne vedixwînin daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ku di tarîxa 25ê Sibatê ya roja înê de bê kirin dikin.”
Di daxuyanîyê de cîh û seatên daxuyanîya çapemenîyê jî hat belavkirin û wan cihan jî wisa ne:
“Dîyarbekir: Seay: Piştî Nimêja Înê - Cîh: Mizgefta Mezin
Êlîh: Seat: 13.30 – Cîh: Taxa Gulistanê
Stenbol: Seat: 14.00 – Cîh: Mizgefta Fatîhê
Wan: Seat: Piştî Nimêja Înê – Cîh: pêşîya Mizgefta Hezretî Omer
Edene: Seat: 13.30 – Cîh: Meydana Çileya 5
Riha: Seat: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Dergah
Entab: Seat: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Mizgefta Mezin
Xarpêt: Seat: 14.00 – Cîh: Meydana Ahmet Aytar
Çêwlig: Seat: 13.00 - Cîh: Pêşîya kuleya seatê yê ku kêleka Mizgefta Mezin e
Qonye: Seat: 13.30 – Cîh: pêşîya Mizgefta Şerafettîn
Qeyserî: Seat: 13.30 – Cîh: Mizgefta Hunatê
Şirnex/Cizîr: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Mizgefta Nebî Nuh
Kocaelî: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Pêşîya Mizgefta Fewzîye
Semsûr/ kehta: Seat: 14.00 - Cîh: Parqa Sala Sedemîn
Gumuşxane: Piştî Nimêja Înê – Cîh: Pêşîya Mizgefta Kemalîyeyê (ÎLKHA)