Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Hîndîstanê hatine bidestxistin, erebeyeke ku ji de’wetê vedigerîya li ser rêya Sukhîdhang Reetha Sahîbê li kendalê qelibî.

Di encama qezayê de ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Ji teref ekîbên tenduristîyê ve hat gotin ku 11 kes canê xwe dest dan û 2 kes jî bi birîndar hatin xelaskirin. (ÎLKHA)