Dînç di peyama ku belav kir de destnîşan kir, mafê zimanê zikmakî wek şîrê dayikê helal e û balan kişand li ser qedr û qiymeta ku ji zimanê Kurdî re nayê dayîn.

Temamê peyama Serokê Bajara Diyarbekirê yê HUDA PARê Faruq Dînç wisa ye:

Ji ber heqîqeta reng û ziman ayetên Xweda ne ji bo parastin û pêvşebirina zimanên ku dikin ji holê winda bibin li tevahîya cîhanê bi qebûlkirina temamê sazîyan konsesusek çêbûye. Di vê bergehê de 21ê Sibatê wek Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî hatiye îlankirin.

Li bajara me Diyarbekira ku ji gelek medenîyetan re dergûştî kiriye hêj gelek ziman û zarava digel çandên xwe tên parastin û di vê oxirê de gelek bedêl dane. Divê bê zanîn hêmana sereke û muhîmtirîn a ku civakan bi xwe ve girê dide ziman e.Ji ber vê yekê dewlet mesûldar in ku destekê bidin zimanên zikmakî; lewra ev yek mesûlîyeta dewletê ya li hember însanîyetê ye. Di rastîyê de jibîrbûna zimanan windabûna çand û medenîyetên qedîm e. Li bajarê me hebûna ziman û qewmên cûda û pêkve jiyana wan dewlemendîyeke mezin e.

Partîya me HUDA PAR ji roja ku hatiye damezrandin vir ve, qedr û qiymetê dide temamê zimanên li ser erdnigarîya me û xebatan dike da ku ev ziman bên parastin û pêşvebirin.Li temamê cîhanê ji bo ziman bên parastin polîtîkayên musbet tên amadekirin; lê belê li Tirkîyeyê li hember hinek zimanan helwesteke menfî û neyînî tê nîşandan ku ev yek ne li gorî çanda vî milletî ye. Dîsa hinek kes û derdor dixwazin ku ji ser zimanê zikmakî civakê dabeş bikin û berberîyê bixin nava civakê ku ji bo vê yekê  bi helwestên neyînî rê tê vekirin. Ji ber vê yekê em wek HUDA PAR dibêjin “Mafê zimanê zikmakî wek şîrê Dayikê Helal e”                                                         

Mixabin rewşa Tirkîyeyê ya di warê zimanê zikmakî de nebaş e. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salan berdewam kirin; zimanên mîna Kurdî(Kurmancî-Zazakî), Çerkesî, Erebî û Suryanî  ber bi jibîrkirinê ve diçin û welatîyên ku bi van zimanan xeber didin bi heqê we zimanên xwe nikarin hînî zarokên xwe bikin. Heta ku perwerdehî bi zimanê zikmakî neyê dayîn meriv nikare qala wekhevîya di warê perwerdehîyê de bike.  Ew qedr û qiymeta ku ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Tirkî tê dayîn; divê ji wan zimanên din ên welatîyên welêt re jî bê dayîn û ji bo wan pêşîya perwerdehîya bi zimanê zikmakî bê vekirin.  Digel van xûsûsan divê Wezareta Perwerdehîyê di serî de ji bona Kurdî(Kurmancî-Zazakî) û bi giştî jî ji bo zimanên din mamosteyan tayîn bike.

Em hêvî dikin ku 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bibe wesîleya xêr û bereketê.(ÎLKHA)