Di daxuyanîya hevpar a çapemenîyê de Yahya Ograşê Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember destnîşan kir, doza Qudsê, doza hevpar a ummetê ye û dû re wiha got: “Encax bi vê dozê Misliman dikarin; bibin xwedîyê izzetê, di nav xwe de wehdetê de saz bikin, dikarin dijminên şedîdtirîn mahkûmî zilletê bikin. Xwedî derketina li Qudsê, di rojevê de girtina wî û ji bo rizgarkirina wê xebatkirin li ser temamê Mislimanan ferz e û doza namûsê ye.”
“Armanca me ew e ku em bi van bernameyan feyde bidin azadî û xelasîya Qudsê”
Ograş di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir; ew her tim li ba wan platform, roj û heftîyên bi xêr ên ku dê ji doza Qudsê re xizmetê bikin û ji bo rizgarîya Qudsê kêr bên û doza Qudsê di rojeva gelên Misliman de bi cî bikin, cî bigirin û dûre wiah got: “Bi izna Xwedê em ê ferqê nekin nava wan xizmetên bi xêr û em ê li wan xwedîtîyê bikin. Heta ku Quds bê azadkirin ew ê tim û tim rojeva me, xeberdana me û xala me ya herî girîng dê Quds be.Weke ku dê bê bîran sala borî bi hewldanên Yekîtîya Aliman a Mislimanên Cîhanê û Yekîtîya Alimên Filistînê Heftîya Qudsê ya Cîhanê hat îlankirin û bernameyek hatibû tertîpkirin ku eleqeke baş nîşanî vê bernameyê hatibû dayîn û me jî destek dabû bernameyê.Ev hefte îsal jî bi izna Xwedê ew ê di navbera 25Sibat-4ê Adarê de bê pîrozkirin û dê di bergeha Hefteya Qudsê ya Cîhanê de dê gelek bername bên tertîpkirin û bi izna Xwedê em ê gelek fealîyetên bi xêr ji bo Doza Qudsê tertîp bikin. Armanca me ew e ku em bi van bernameyan feyde bidin azadî û xelasîya Qudsê. Dîsa armanca me ew e ku gelê me di warê doza Qudsê de bibe xwedî agahî. Ew ê ev bername bibin wesîleya xelaskirina qibleya ewil a ji îşxala siyonistên ku bi tabîra Qur’ana Kerîm dijminê herî mezin a ummetê ye.”
“Em jî wek şopîner û warisên Selahaddîn Eyyûbî ji bo azadî û rizgarkirina Qudsê çi lazim be û wek mesûlîyet çi bikeve li ser milên me em ê bikin”
Ograş di dawîya peyama xwe de destnîşan kir, heftîya dawî ya meha Recepê di nav xwe de gelek hedîseyên muhîm dihewîne û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber ku heftîya dawî ya meha Recepê di nav xwe de gelek hedîseyên muhîm dihewîne Heftîya Qudsê ya Cîhanê jî di vê heftîyê de tê pîrozkirin. Berî her tiştî meseleya Îsra û Mîracê di vê heftîyê de pêk hatiye. Weke ku tê zanîn di vê şevê de Pêxemberê me Hz. Muhammed bi fermana Xwedê pêşî çûye Quds û Mescîda Eqsayê dû re jî hatiye birin li hizûra Xwedê.Dîsa di Hîcrî 583yan de di roja Mîracê de artêşa Îslamê ya ku Fatîhê Qudsê Selahaddîn Eyyûbî jê re fermandarî dikir di herba Hittînê de Xaçperestan mexlûb kir û qibleya me ya ewil azad kir.Em jî wek şopîner û warisên Selahaddîn Eyyûbî ji bo azadî û rizgarkirina Qudsê çi lazim be û wek mesûlîyet çi bikeve li ser milên me em ê bikin.Heta ku qeweta me hebe em ê xwedîtîyê li vê dozê bikin û li her cî û derî bibin berdevkê vê dozê.”
“Ew ê di 25-27ê Sibatê de Hevdîtina Aliman ya Navneteweyî ya ji bo Qudsê bê tertîpkirin”
Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Muhammed Ozer jî di daxuyanîya hevpar a çapemenîyê de dîroka bername û xebatên ku dê di bergeha vê hefteyê de bên kirin bi raya giştî re parve kir û wiha got: “Ew ê li Diyarbekir, Êlih, Cizîr, Wan, Xarpêt, Çewlig, Kayserî, Konya, Edene, Mêrsîn, Osmanîye, Entabê, Riha, Enqere, Îzmîr, Stenbol, Bursa û gelek bajar û navçeyên din di 25ê Sibatê de roja înê piştî nimêja înê daxuyanîya çapemenîyê ya girsêyî bê dayîn. Ew ê di 26ê Sibatê de li Diyabekirê û di 27ê Sibatê de jî li Stenbolê bi beşdarbûna gelek alimên Îslamê ew ê bernameya Hevdîtina Aliman ya Navneteweyî ya ji bo Qudsê bê tertîpkirin.”
Ozer di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê di bergeha vê heftîyê de li gelek bajêr û navçeya gelek bernameyên din ên ji bo Qudsê bên tertîpkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji temamê Mislimanên ku azadîya Qudsê daxwaz dikin, ji wehşet û cinayetên çeteya siyonist a qatil muzdarîb in û ji temamê kesên ku xwedî wijdanin daxwaz dikin ku destek bidin van bernameyan û beşdarî wan bibin.”(ÎLKHA)