Jen Psakîyê Berdevkê Çapemenîya Qesra Sipî di daxuyanîya xwe de bi bîr anî ku, hat desnîşankirin ku Macron bi Bîden û bi Putînê re li ser telefonê hevdîtinön cuda kir û ew got kû ji teref Bîdenê ve civînekî onlîne yê bi pêşengîya Fransayê “Di prensîpê de hat qebûlkirin”.

Psakî îfade kir ku di rojên pêşî de di navbera Antony Blînkenê Serokê Karên Derve yê Emrîqayê û Sergey Lavrova Serokê Karên Derve yê Rusyayê de hevdîtinek bê tertîpkirin û di piştî vê tertîbê de dibe ku di navbera Bîden û Putînê de hevdîtinek bê tertîpkirin, Bîden jî ev hevdîtinê bi şerta çênebûna îşxalê “Di prensîpê qebûl kir”.

Psakî got ku “Em ji Dîplomasîyê re daîma amade ne” û dema ku Rusya herbê hilbijîrê ew bi lez û bez amadene ku ji wan re mueyyîdeyan bikin. (ÎLKHA)