Li gor agahîyên ku hatine wergirtin roja sêşemê li Taxa Bahçelîevlera navçeya Dêrika Mêrdînê di dema belavbûna xwendekarên mektebê de çend kûçikan êrîşî zarokan kirin û 7 kesan birîndar kirin.

Hat hînbûn ji ber ku kûçikek quduz derket temamê taxê hat xistin karantînayê.

Kesên birîndar piştî ku li nexweşxanê tedawî bûn re ji nexweşxanê hatin derxistin.(ÎLKHA)