Bername di eywanekî dîlanê de hat tertîpkirin û gelek mêvan beşdarê bernamê bûn. Bername bi xwendina Qurana pîroz a ku ji teref Suat Tînk ve hat xwendin dest pê kir.

Bername bi dengdayîna hunermendên Ajansa Ozlemê berdewam kir û Adem Kiliç jî şiîrekî yê ku bi destê xwe nivisandîye xwend.

Yunus Emîroglu jî derheqê muhîmtîya şevê de axavtinek kir û di axavtina xwe de got ku şehîd û şehîdî çîye.

Emîroglu di axavtina xwe de destnîşan kir ku tu hêvîyekî şehîd ji dinyayê tuneye û ew bi tenê xwe fedayê heqqîyê kirîye û di axavtina xwe de weha got, “Wan şehîd, şahidên ebedî yê micadela tewhîdê ne. Şehîd, zilamekî wisaye ku ew dizane ji bona çi jîyan dike, ji bona çi micadele dike, ji bona kîjan qîmetan micadele dike û ew dizane ku li hember kê disekine. Ew zilamekî wisa ye ku van tiştan fêhm dike. Ew ê ku vê meselê fêhm dike însan e. Şehîd, şahidên zilm û mesûmîyeta dewrê ye. Him bi şahidî jîyan kirin, him jî şehîd bûn. Ew bi şehîdîyên xwe car din jî xwe bi şahid dane nivisandin û ew ê ji tiştan re jî şahîdîyê bikin.”

Emîroglu di berdawama axavtina xwe de weha got, “Eger dema ku em li ser van ‘erdan dikarin bibêjin Allahu Ekber, eger dema ku em li van ‘erdan dikarin kelîma şehadetê bînin, eger ku em niha Xwedê û pêxember nas dikin, hûn baş zanibin ku ev bereketa xwîna şehîdan e. Bedêla van qezancan ji berê de hatîye dayîn.”

“Şiûra şehadetê êdî ji nav me derdikeve”

Emîroglu di axavtina xwe de bal kişand ku di nav însanan de hezkirina dinyayê zêde bûye û axavtina xwe weha domand, “Şiûra şehadetê êdî di nav civakê de derdikeve, çimkî me’na ku me daye heyatê û mirinê vegerîyaye. Dema ku em di nav civakê de kom dibin xeberdanên me yên ‘ewil tîcaret û qezencên dunyevî ye. Eger dema ku em bikevin bin qontrola tiştan, ew ê em mexlûb bibin. Dema ku tişt bikevin bin qontrola me, wê çax ê em ê qezenc bikin. ji ber vê yekê li hember vê hezkirina dinyayê, ez pêşî nefsa xwe hişyar dikim dû re jî we hişyar dikim. Xwedê Teala mihafeze bike hezkirina dinyayê ew ê axîreta me xira bike.”

Emîroglu ji bona ku mirov şiûra şehîd û şehadetê di nav însanan de dernekeve hinek tewsîyeyan kir û weha got, “Pêşî em ji bona ku şiûra şehîd û şehadetê di nav xwe de dernexînin lazim ku em dinya û tiştên ku di nav dinyayê de ne ji bona ku bighêjin Xwedê Teala wek wesiteyek bibînin. Ev tişt tu qet ji bona me nebe armanc. Di her cîh û her şertê de lazim e ku em ji ‘edaletê û ji heqqîyê dûr nekevin. Ji bona ku em îzzet û şerefa Misilmanan biparêzin, lazim e ku em daîma şîyar bin. Em encax bi vê şeklê ev peyamê ji nesla dê re bighîjînin. Li ku dibe bila bibe em gerek bi dert û pirsgirêkên xuşk û birayên me yên misilman re xemnak bibin. Çîmkî şahîdî vîya hewce dike.”

Emîroglu di dawîya axavtina xwe de şiîrek xwend û axavtina xwe dawî kir.

Bername bi dengkirina hunermendên Ajansa Ozlemê berdewam kir, danîşana sînevîzyonê hat kirin û dû re dua hat xwendin û bi vê şeklê bername dawî bû. (ÎLKHA)