Wan leşkerên Rusên yên bi pere yên ku li Komarîya Efrîqaya Navend in him ji artêşê re perwerdehî didin û him jî ewlehîya Serokkomarê bi cîh tînin.

Hat destnîşankirin ku koma wagnera ku navê xwe di tarîxa 2013an de bi herba ku di nav welata Sûrî de heye û di sala 2014an de jî li ser mesela Ukraynayê navê xwe dabû bihîstandin, dû re li Sûrîye, Mozambîk, Sudan û Komarîya Efrîqaya Navendî fealîyetan nîşan da.

Tê îddîakirin ku wan leşkerên bi pere, bi tevî artêşa Rusya û bi yekîneyên ewlehîya Rusyayê hereket dikin û bêemrîya Kremlîn jî hereket nakin.

Hikumeta Rusyayê jî ev îddîayan red dike. (ÎLKHA)