Barîna baranê li Brezîlyayê bû sedema hezaz û lehîyê. Di encama lehîya ku li wîlayeta Rîo de Janeîroyê pêk hat de hêjmarên mirîyan zêde bû û bû 104 kesan.
Hat destnîşankirin ku li bajara Petropolîsê xebatên lêgerînê berdewam dike û rayedaran jî li bajarê “rewşa afetê” îlan kir.
Ji teref Şaredarîya Petropolîsê ve hat ragihandin ku li herêma tepika Ofîcînayê hezaz pêk hat û 80 mal ji hezazê zirar dîtin. (ÎLKHA)