Hat destnîşankirin ku di kelekê de 24 mirettebat hebûn û ku ji van 4 kes canê xwe ji dest dan, 3 kes hatin xelaskirin û 17 kes jî winda bûn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Sazîya Ewlehîya Berava Îspanyayê ve hatîye belavkirin, kelek 450 kîlometre nêzî rojhilata Newfoundlandê binav bû, ji bona ku wan kesên di nav kelekê da bûne bên xelaskirin jî di hewa û di behrê de xebatên xelaskirinê hat destpêkirin û ew xebat jî berdewam dikin. (ÎLKHA)