Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajara Mêrdînê ve hatîye belavkirin, ji teref endamên Midirtîya Şubeya Micadeleya bi Terorê ya Mêrdînê, Midirtîya Şubeya Îstîhbaratê û Midirtîya Şubeya Tîma Taybet ve xebateke bi koordîne hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di tarîxa 15 Sibatê de li Mêrdîn, Stenbol, Çeneqqele, Dîyarbekir, Êlîh û Şirnexê operasyonek hevdemî hat kirin û di encama operasyonan de 33 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)