Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Sûrî yê ku aîdê rejîmê ye hatine bidestxistin, li Şamê di otobûsek yê ku leşker tê de bûn de di seat 07:30an de teqînek pêk hat.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama teqînê de leşkerek canê xwe ji dest da û 11 leşker jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku bombe di seatên êvari de hatîye bicîhkirin.

Hê tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)