Filistînîyên ku dîtin siyonistên îşxalker êrîşî taxa wan dikin li ber xwe dan û xwepêşandan li dar xistin.

Di encama êrîşa hovane ya siyonistên îşxalker de 4 Filistînî birîndar bûn û 2 Filistînî jî hatin desteserkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Teşkîlata Heyva Sor a Filistînê ve hat ragihandin ekîbên alîkarîya bi lez li cihê bûyerê midaxele li birîndaran kirin ku ji van 3 kes ji xazê tesîrdar bûbûn û kesek jî hatibû darbkirin.

Hat hînbûn du birayên bi navê Malik û Muhammed Fadi Mutavvar piştî ku hatine darbkirin hatin desteserkirin.(ÎLKHA)